H’emû nûçeSereke

Peymana aşîtîyê Bekûyêra pêwîst nîne, îmzekirina dokûmêntê wê bê paşdaêxistinê: pêşezan

Nenihêrî wê yekê, wekî gelek cara tê gotinê, ku hetanî dawîya salê peymana aşîtîyê wê bê morkirinê, nava çarçoveya pêşezanada wî alîda optîmîzm tune.

Tiştekî zelal tune û pêşezan li ser wê fikirêne.

Sîyasîzan Robêrt Gêvondyan gotîye wekî hetanî dawîya salê îmzekirina peymana aşîtîyê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda tiştê bûyînê nîne.Ew usa jî sala 2024 a wî cûreyî hesab dike.

Elametîya dawî, ya derheqa îmzekirina peymana aşîtîyêda, sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê belav kirîye.Ewî gotîye, wekî Ermenîstan amadeye hevraxeberdana tevî Adirbêcanê amade bike û wê hetanî dawîya salê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê.

“Niha menîya Adirbêcanê tune  wê peymanê îmzeke, çimkî Adirbêcan serketîye û hê tiştekî zêde jî kîsî Ermenîstanê hildaye. Ew peyman wê tu tiştî nede Adirbêcanê, lê tiştekî wê bide Ermenîstanê û bo wê yekê jî Adirbêcanê çiqasî bikaribe wê bide paşdaêxistinê”,- Robêrt Gêvondyan gotîye.

Azêrîzan Tatêv Hayrapêtyanê jî fikira xwe daye dîyarkirinê, wekî Bekûyêra dokûmênt pêwîst nîne û hetanî dawîya salê jî ew yek tiştê bûyînê nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button