H’emû nûçeSereke

Bekû ji hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, ya li Waşîngtonê paşda sekinîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên der elam kirîye wekî ew ji hevdîtina li Waşîngtonê, ya wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, paşda disekinin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wezîreta Adirbêcanêye karên der berî her tiştî bersiva elametîyên alîkarê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cêyms O Brayên daye û ew çawa yên bêhîm û qebûlnekirinê nav kirîye.

Li Adirbêcanê pêla nerazîbûnê rabûye, girêdayî wê elametîya O Brayênra, wekî Ştatên Yekbûyî seredanên nevsên Adirbêcanêye der, yên li Ştatên Yekbûyî betal kirine û tevî wî welatî pêwandî nikarin normalbin, çimkî Ştatên Yekbûyî nava hevraxeberdanên bona aşîtîyê pêşkeftin nedîtîye.

Çawa bersiva wê yekê, wezîreta Adirbêcanê elam kirîye, wekî pêwandî nikarin yekalîbin û Adirbêcanê jî nêzîkbûna wî cûreyî bide kifşê.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew hesab dikin ku hevdîtina 20 ê mijdarêye li Waşîngtonê, ya wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye karên der derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button