H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û wekîlê Yekîtîya Avropayê mîyaserkirina kardar, ya înîsîyatîvayên bahê 2,6 mîlyard yûroyî gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê cînartîyê û pirsên berfirebûnê Olîvêr Varhêî hatîye.

Ji wezîreta karên der elam kirine, wekî wextê hevdîtinê pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora mecalên berfirehkirina hevkarîyêda hatine pevguhartinê. Nava vê hemtêkstêda dîyaloga pirsên sîyasî û ewlehkarîyê, ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê girîng hatîye hesabkirinê.

Mîrzoyan û wekîlê Yekîtîya Avropayê mîyaserkirina kardar, ya înîsîyatîvayên bahê 2,6 mîlyard yûroyî gotûbêj kirine.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der projeya “ Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye, ya ku dikare ne tenê piştgirîya êkonomîkî bide welatên herêmê, lê usa jî dikare bibe garantîya aşîtîyê. Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, halê penaberên ji Qerebaxê û gavên bona piştgirîya wan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button