H’emû nûçeSereke

Pêşerojêda dîsa çend pirsên zelalkirinê hene: Paşînyan derheqa “Peymana aşîtîyê” da

Heger prînsîpên aşîtîya tevî Adirbêcanê hevra qayîlkirîne, wî çaxî bona çi pêşda naçin, bona çi peymana aşîtîyê îmze nakin? Bersivên wan pirsa Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê dane.

“Menî ewe, ku di navbera alîyada aminayî tune, çimkî her car em nava elametîyên hevda dibînin ku dixwezin ji pevketina paşda bisekinin û fikirên derheqa plankirina kirinên agrêsîv hene û ew yek jî bi cûrê xirab hukumî ser xebata têksta “Peymana aşîtîyê” dike.

Pêşerojêda çend pirsên sereke bona zelalkirinê hene, ji kîjana yek amadekirina mêxanîzma wêye, çimkî her cumlek carina cûre-cûre didine şirovekirinê û bo wê yekê jî gerekê mêxanîzma zelal hebe.Ya mayîn sazkirina garantîyayên ewlehkarîyêye,wekî piştî îmzekirina peymanê êskalasîya tunebe”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button