H’emû nûçeSereke

Sênata ŞAY birîyara derheqa qedexekirina dayîna alîkarîya leşkerî bona Adirbêcanê qebûl kirîye

Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî birîyar qebûl kirîye, bi kîjanê alîkarîya leşkerî, ya ji Ştatên Yekbûyî bona Adirbêdcanê tê qedexekirinê.

Sênatorê amêrîkî Garî Pîtêrs ev proje 29 îlonê raber kiribû û ew yek bersiva êrîşên Adirbêcanêye dijî ermenîyên Qerebaxê bû.

“Hukumata Adirbêcanê dabû femkirinê, wekî dikare û wê rêsûrsên leşkerî dijî Ermenîstanê û cimeta Qerebaxê, bona mîyaserkirina zordarîya, bide xebatê”,- Pîtêrsê sênator gotîye.

“Ştatên Yekbûyî nikare beşdarî gunehkarîyên dijî cimeta ermenî bibe. Em gerekê vê qanûnê qebûlkin, ku alîkarîya amêrîkîye bona Adirbêcanê bidine qedexekirinê, çimkî Adirbacênê agrêsîya xweye li herêmê nedaye sekinandinê”,-sênator gotibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button