SerekeSîyasî

Sîyasîzan: heger Qerebax bihata xweykirinê, li Dagistanê wê bûyarên wî cûreyî neqewimîyana

Heger Qerebax bihata xweykirinê, li Dagistanê wê bûyarên wî cûreyî neqewimîyana. Derheqa wê yekêda lêkolînerê sîyasî, Argîştî Kîvîryan gotîye rojnamevana.

Bi gotina wî, Rûsîya li Qerebaxê aşîtîparêza xweyî dike û fem dike wekî Tirkîya nêzîkî sînorên wêye başûr dibe.

Ewî bîr anîye, wekî bêterbyetîyên li firegeha Maxaçkalayê hema rojtira mayîn qewimîn, dema ku Êrdoxan  derheqa meşên berfirehda elam kir.

“Sibê bûyarên cûre-cûre dikarin li Qafqasîya Bakûr biqewimin û ew yek girêdayîye undakirina tehsîra li Qafqasîya Başûrva”,- Kîvîryan gotîye.

Em bîr bînin, wekî dawîya cotmehê li Maxaçkalayê, Xasavyûrtê,Çêrkêskê û Nalçîkê meşên dijî cuhîya qewimîn.Li Maxaçkalayê beşdarên meşê ketibûn firegehê, li kîderê ji 20 î zêdetir meriv zîyanê ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button