H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dixweze ku tevî Tirkîyayê û Rûsîyayê bişuxule, lê ew yek hîmê sertbûnêye: kongrêsmênê  ŞAY

Ew yek li ber çevaye, wekî serokatîya dewletê daye dîyarkirinê, ku ew merivên ku welatên xwe hiştine çûne, gerekê mecalê bistînin, paşda vegerin.Ez nafikirim, wekî ew yek helkirine bona wan ermenîya, yên ku bi mecbûrî malên xwe hiştine û çûne.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Dengê Amêrîka” yê, kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Cîm Kosta gotîye.

“Bi fikira min, nava gotûbêjkirinada gerekê vê pirsê zelal raber bikin û ez nafikirim, wekî bona wan meriva destûr pêwîste. Ew gerekê bikaribin paşda vegerine malên xwe, dema ku ew bixwezin”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku  kê gerekê garantîya ewlehkarîya wan meriva bide, ewên ku bixwezin paşda vegerine Qerbaxê, Kosta gotîye: “Ew yek gerekê nava qayîlnivîsara aşîtîyêda bê dîyarkirinê û hema ewe menî ku qayîlnivîsar çiqasî girînge.Ştatên Yekbûyî gerekê gumanbe, wekî ew yek  xaleke hevraxeberdanaye hîmlîye, kîjanêra Adirbêcan jî qayîl bûye”.

Bi gotina wî, di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hîmê sertbûnê heye.

“Hema nexwestina Adirbêcanê, ya bona paşdahatina dora sivira hevraxeberdana şedetîya wê yekê dide. Ya duem jî ewe, wekî ew dixwezin tevî Tirkîyayê û Rûsîyayê bişuxulin.

2400 leşkerên rûs, yên ku giva aşîtîparêz bûn, tu tişt nekirin, dema ku cimet mecbûr dikirin ku ji wan dera derkevin.Ştatên Yekbûyî gerekê wê pirsê jî çareserke, ku heqîtî û qayîlî hebe, kîjan wê ji alîyê hemû alîyada bên xweykirinê”,- Kosta gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button