H’emû nûçeSereke

Gotina Adirbêcanê ya “Adirbêcana Rojavayê” tê bêjî bona teşkîlkirina agrêsîya leşkerîye nû tê  gotinê: Paşînyan

Ermenîstan pêşnîyarî Adirbêcanê dike ku pirsên eksklava bi nav bêne gotinê. Derheqha wê yekêda wextê civîna parlamênta Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye li Yêrêvanê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Arsvaşên êksklave, ya ku eva ji 30 î salî zêdetire nava okûpasîya Adirbêcanêdane, lê ew beşeke Ermenîstana serbixweye”,-Paşînyan gotîye.

Serokê hukumatê daye dîyarkiinê, wekî ew yek jî şikberîyê pêşda tîne ku li Adirbêcanê, bi piştgirîya fermî destpê kirine Ermenîstanê çawa “Adirbêcana Rojavayê” navkin. Derheqa wê yekêda usa jî li yûnîvêrsîtêya, li mekteba û bi çapemenîya Adirbêcanêda tê raberkirinê.Ev yek tê bêjî xwe amadekirina bona agrêsîya leşkerîye nûye.Bi gotina serokwezîr hema ev yek jî dijwarîke hîmlîye ku nikarin nava pêvajoya aşîtîyêda pêşda herin.

Em bîr bînin, wekî 22 ê gulanê,Nîkol Paşînyan gotîye rojnamevana û daye zelalkirinê, ku ew yek çi dide kifşê, wekî Ermenîstan 89,6 hezar çargoşe kîlomêtrê Adirbêcanê nas dike û serda zêde kirîye, wekî dikeve nava wê usa jî Qerebax.Ewî usa jî gotîye, wekî gundê qeza Araratêyî Tîgranaşênê û şeş gundên Tavûşê nakevine nava 29  hezar 800 çargoşekîlomêtrên Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button