H’emû nûçeSereke

Hukumata Ermenîstîanê  bi vîdyoyê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye /vîdyo/

Hukumata Komara Ermenîstanê bi vîdyoyê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye. “Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî hukumatê ew proje amade kirîye û wê projeyê çawa beşeke rojeva aşîtîyê pêşda kişandîye.

Fikira vê projeyê ya hîmlî pêşxistina rêyên di navbera Ermenîstanê, Tirkîyayê, Adirbêcanê û Îranêdane, dikevine nava kîjana rêyên avtomobîla, yên hesinî, lûlên neftê û gazê, xetên ênêrgîya êlêktrîkî û rêyên mayîn.

“Eva îdî serê 30 salîye ku rêyên ku başûr û bakûrê Ermenîstanêra derbaz dibin, ji alîyê herêmîda naxebitin û gelek rêyên rojhilat û roavayê jî nayêne xebitandinê.

Ev rê usa jî îskelên Gurcistanê dikarin bibin rêyên kardar.Ev program wê kareke mezin bide hemû welatên herêmê û ez dixwezim guhdarîyê teglîfî ser vê mecalê bikim”,- Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna li Tibîlîsîyê, gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button