Kandîdatên bona qulixa serokê ŞAY paqijkirinên êtnîkî, yên dijî ermenîyên Qerebaxê gunehkar kirine

Kandîtdatên bona qulixa serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Ron Dêsantîs,Nîkî Hêylî û Vîvêk Ramasvamî paqijkirinên êtnîkîye dijî ermenîyên Qerebaxê, yên ji alîyê Adirbêcanêda mîyasekirî, gunehkar kirine.
Bi dîyarkirina wê yekê, wekî ermenî miletê mesîhîyî ewline û bi axaftina derheqa paqijkirinên êtnîkîda, serokê civînê Vandêr Plats pirs daye hersê kandîdata, ku gelo ewê çi cûreyî wê pirsê çareserkin ku ev hîmê mesîhîtîyê bê xweykirinê.
Çawa bersiva wê pirsê Dêsantîs gotîye: “Ez difikirim, wekî Ştatên Yekbûyî gerekê li rex mesîhîyîyên Ermenîstanê bisekinin.Ez difikirim, wekî ew îşekî bilinde”.
Nîkî Hêylîyê gotîye: “Em gerekê derheqa wê yekêda elamî Adirbêcanê bikin”.
Vîvêk Ramasvamî jî daye dîyarkirinê: “120 000 ermenî, yên ku çawa miletê mesîhîyî here kevinar tên hesabê, mecbûr bûne malên xwe bihêlin û dûrkevin. Nava hîmê wê yekêda sureke diha qirêj heye.Em, hukumata Ştatên Yekbûyî, bona wê yekê biha didin”,-Ramasvamî gotîye.







