H’emû nûçeSereke

Mehkema navneteweyî berbirîbûna Ermenîstanêye dijî Adirbêcanê razî kirîye

Mehkema navneteweyî elametî belav kirîye, bi kîjanê daye dîyarkirinê, wekî  elametîya Ermenîstanêye dijî Adirbêcanê hatîye qebûlkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, mehkemê Adirbêcan daye borcdarkirinê, ku paşdaçûyîna wan qerebaxîya, yên ku piştî  19 ê îlonê ji Qerebaxê derketine, bide çareserkirinê.

Xêncî wê yekê, li gorî mehkema navneteweyî, Adirbêcan borcdare wê yekê jî bide çareserkirinê, wekî ew merivên ku piştî 19 ê îlonê li Qerebaxê mane û dixwezin ji wir derkevin, bikaribin bêdijwarî û lez derkevin.

Li gorî xaleke mayîn jî Adirbêcan borcdare ew merivên ku piştî 19 ê îlonê li Qerebaxê mane û yên ku dixwezin paşda vegerin, rastî zordarîya neyên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button