H’emû nûçeSereke

Bona min tiştekî gelekî girînge, ku bi dirêjaya sînor di navbera alîyada dûrayî bê çareserkirinê: Klaar derheqa peymana aşîtîyêda xeberdaye

Em bawarin, wekî  mecala paşdaçûyîna binelîyên Qerebaxê gelekî girînge û garantîya mafê paşdaçûyîna wan hebe. Ya duem ewe, ku qewilên usa bên sazkirinê ku meriv ewlehkarîyê û çareserîyê bibînin bona ku ew bixwezin paşda vegerin. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr, Toyvo Klaar gotîye.

“Me gelekî zelal gotîye, wekî hemû kesên ji wir derxistî gerekê bikaribin bêqezîya paşda vegerine cîh û warên xwe, heger ew wê yekê dixwezin. Eva pirseke usaye, wekî me li gelek cîha pêşda kişandîye.Bi fikira min eva pirseke girînge, kîjanê gerekê helkin. Feqet, tu kesî nikarin mecbûrkin ku ew vegerin, heger ew nexwezin. Feqet heger hebin meriv ku bixwezin paşda vegerin,wî çaxî gerekê cedandinên here mezn bidine xebatê, ku qewilên anegor bêne çareserkirinê, ku ew paşda vegerine cîh û warên xwe”,- ewî gotîye.

Derheqa peymana aşîtîyêda jî Klaar gotîye: “Bi fikira min ew yek girînge, wekî ji alîkîva peyman heye, ya ku dikare bê qebûlkirinê, yan na. Hemû tişt ji wê yekêva girêdaîye, ku Ermenîstan û Adirbêcan wê çawa birîyarkin, wê çawa têksta peymanê amadekin. Gerekê derheqa vekirina rîyada jî em xeberdin, derheqa dîyarkirina sînorada jî bêjin.Bona min usa jî tiştekî girînge ku bi dirêjaya sînor dûrayî di navbera qewatada bê çareserkirinê”,- Klaar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button