Her rêyeke ku nava Ermenîstanêra derbaz dibe, gerekê ji alîyê Ermenîstanêda bê kontrolkirinê: Toyvo Klaar

Wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê gotîye, wekî nava hemtêksta vekirina rêyên li Qafqasîya Başûr her rêyek, ya ku wê nava Ermenîstanêra derbazbe, gerekê ji alîyê Ermenîstanêda bê kontrolkirinê.
Ewî gotîye: “Berî her tiştî ez difikirim, wekî çend meh pêşda li Moskvayê Elîyêvê serok bi têlêvîzîyonê, li kîderê Pûtînê serok jî amade bû, wextê hevdîtina tevî Paşînyanê serokwezîr, zelal got wekî navkirina “korîdor” nade kifşê, wekî ew ax ji welêt dere. Elîyêv usa jî cîhên başqe usa gotîye.Em korîdorê transportêra usa dibêjin, yên ku li cem me li Avropayê jî hene.
Bi vî cûreyî ew yek nêzîkî aqilaye, wekî her rêyeke ku nava Ermenîstanêra derbaz dibe, ji alîyê Ermenîstanêda tê kontrolkirinê”,-Toyvo Klaar gotîye.







