Mafê her welatekî heye ku wî sîlihî bikire, kîjanî ew pêwîst hesab dike: Klaar derheqa xwesîlihkirina Ermenîstanêda gotîye
Ez difikirim wekî mafê her welatekî heye xwe biparêze û wî sîlihî bikire, kîjanî ew bona parastina xwe pêwîst hesab dike. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvînva tevî “Armênprêss” ê, wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar gotîye, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, ku Adirbêcan Ermenîstanê bona xwesîlihkirinê rexne dike.
“Eva bersiva mine zelale. Piranîya welatên cîhanê ji der sîliha dikirin ku axa xwe biparêzin.Bi vê fikirê ez tu tiştekî şaş nava vê pirsêda navînim”,-ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku wezîreta Adirbêcanêye karên der piştî civîna şêwira wezîra elametîyên Jozêp Borêl rexne kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê bi dayîna sîliha piştgirîyê dide sîyaseta Ermenîstanêye xwesîlihkirinê, Klaar gotîye: “Em gavên hukumata Ermenîstanê, yên bona berfirehkirina pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê silav dikin.Em wê yekê çawa gaveke dijî tu kesî nabînin.Em dixwezin ku Ermenîstan li ser xwe gumanbe, ya ku bona Yekîtîya Avropayê û cînarên xwe hevkareke başe”.