H’emû nûçeSereke

“Moskva alîyê amin nîne”: baylozê ŞAY, yê li Organîzeya Hevkarîya û Ewlehkarîya Avropayê

Nava van 18 mehên dawîda, Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî nava tu govekekêda ew amin nîne.Derheqa wê yekêda baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê Maykl Karpêntêr gotîye “Azadîyê”, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku nava pirsa normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda Waşîngton pêrspêktîva tevî Moskvayê dibîne, yan na.

“Nava 18 mehên dawîda Rûsîyayê daye kifşê, wekî ew nava tu govekekêda amin nîne. Ewê êrîş birîye ser cînara xwe û pêra jî tenê ew yek nîne. Rûsîyayê gelek cara borcdarîyên xwe teribandine. Hewce nîne wê yekê bîr bînim, wekî Rûsîya  li Moldovayê û Gurcistanê eskerê xwe cîhwar dike. Bûyarên başqe jî  hene wekî dikarim bidime kifşê ku Moskva nava hevraxeberdanada alîyê amin nîne”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button