H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê bernamên tevayî, yên tevî cêrge welatên Yekîtîya Avropayê dane sekinandinê

Bekûya fermî cêrge projeyên tevî Yekîtîya Avropayê dane sekinandinê.Derheqa wê yekêda çapemenîya Adirbêcanê li ser hîmê kanîyên dîplomatî daye dîyarkirinê.

“Gilî derheqa wan projeyadane, nava çarçoveya kîjanada nevsên avropîye fermî teslîmî sîstêmên Adirbêcanêye dewletê kirine ku çi cûreyî li gorî normên avropî bixebitin.

Adirbêcan hesab dike wekî ew welat piştgirîya Ermenîstanê dikin.

Li ser xeta pêşin ew hesab dikin wekî Lîtvaye, ya piştî Fransîyayê, tabîya bona piştgirîya Ermenîstanê girtîye.Adirbêcanê sê projeyên tevî Lîtvayê dane sekinandinê”,- kanîyên azêrîya dinivîsin. Hatîye dîyarkirinê, wekî nava goveka mîgrasîyayêda jî bernamên tevî Swêdê û Yûnanistanê hatine sekinandinê. Feqet, projeyên tevî Polonîyayê û Fînlandîyayê berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button