H’emû nûçeSereke

Anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê wê bi wedê salekêva jî ji bacên cuda-cuda azadbe

Anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê wê bi wedê salekêva jî ji bacên cuda-cuda azadbe. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan  li parlamêntê gotîye.

Dêmek, ew wede wê bi salekê jî bê dirêjkirinê, hetanî 1 ê çileya sala 2025 a.

Êlêktromobîl ji bacên cuda-cuda hetanî çileya sala 2024 a hatibûne azakirinê.Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê yekda gelek êlêktromobîl anîne Ermenîstanê. Himberî sala 2021 ê, sala 2022 a, anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê bi 42,3 selefîva zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button