Em bona hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê amadene: Ermenîstan tu cara ji hevraxeberdana paşda nesekinîye: Hakob Arşakyan
Ermenîstan bona hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê amadeye. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan li parlamêntê, wextê qisa tevî rojnamevana, gotîye.
“Em projeyên peymana aşîtîyêye cuda-cuda pevdiguhêrin û derheqa wê yekêda wezîreta meye karên der her dem şirovekirina dide û elam dike.Dokûmênt bi pêşnîyara tê Yêrêvanê û ji Yêrêvanê bi pêşnîyara diçe Bekûyê”,- ewî gotîye.
Arşakyan bang kirîye ku dîna xwe bidine wezîreta Ermentîstanêye karên der û heger hewcetîya şirovekirina nû hebe, wezîreta karên der wê derheqa wê yekêda bêje.
Ermenîstan tu cara ji hevraxeberdana paşda neskinîye û li wan platformên ku kardarin, ew beşdarî hevraxeberdana bûye û derheqa wê yekêda elametî jî hatine belavkirinê”,-cîgirê serokê parlamêntê gotîye.