Nava rojeva Ermenîstanêda pirsa derheqa dûrketina ji hevkarîya tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune: cîgirê serokê parlamêntê

Nava rojeva Ermenîstanêda pirsa derheqa dûrketina ji hevkarîya tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.
“Pirsa wî cûreyî nehatîye gotûbêjkirinê”,- ewî gotîye.
Cîgirê serokê parlamêntê daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan ji alîkarîya organîzeyê paşda sekinîye, çimkî organize nade kifşê ku ji kîderê axa organîzeyê destpê dibe û ser hevda tê.
“Mixabin, ew ax û xerîta Ermenîstanêye konkrêt nehatîye dîyarkirinê.Pirsgirêk nava vê yekêdane”,-Arşakyan gotîye.
Bi axaftina derheqa wê pirsêda, ku diqewime wekî Ermenîstan ji hevkarîya tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv paşda bisekine, Arşakyan wa gotîye: “Nava rojeva Ermenîstanêda pirsa wî cûreyî nehatîye gotûbêjkirinê.Min got, wekî pirsgirêk nava çidane û pirs ji çi pêşda hatine. Pêwîstî heye ku ew pirs bi navkirî bêne raberkirinê, lê bi fikira min ew yek nehatîye kirinê”.
Em bîr bînin, wekî du roj pêşda Ermenîstan berbirî hevkarên xweye nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bûye û hîvî kirîye ku dokûmênta derheqa piştgirîya bo Ermenîstanê bidine derxistinê.







