Qayîlnivîsara derheqa statûsa mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayê çi têra dibîne
Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê derheqa statûsa mîsîya dîtindarîyêda, ya li Ermenîstanê qayîlnivîsar îmze kirine. Alîyê ermenî hîvîdare wekî ew yek wê karê bide mîyaserkirina mîsîyayê. Gilî derheqa wê yekêdane ku bona dîtindara qewilên normal bêne sazkirinê, ji pirsên tendurustîyê destpêkirî, hetanî yên têknîkî.Serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê daye bawarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê dide kifşê, ku ew amadeye pêşda here û heyîna xweye li Ermenîstanê bide qewînkirinê.
Bi gotina sîyasîzan Gûrgên Sîmonyan ew yek ji alîkîva raberkirina pirsêye formale.
Fikira sîyasîzan Sûrên Pêtrosyan ev pirs ji alîyê sîyasî û gêopolîtîkîda tê.
Em bêjin, wekî qayîlnivîsara derheqa statûsa mîsîya avropîye li Ermenîstanê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan û serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos îmze kirine.