SerekeSîyasî

Bona çi serokê Îraqê hatîye Ermenîstanê?: erebzan pirsgirêkên wî welatî, yên êkonomîkî dide kifşê

Serokê Îraqê Ebdil Letîf Reşîd bi seredana fermî hatîye Ermenîstanê. Li firegeha “Zvartnos” ê cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan ew pêşwazî kirîye. Serokê Îraqê li komplêksa bîranîna cangorîyên komakujîya Ermenî qesidîye. Li cîhê rûniştandina serokkomar, serokê Îraqê ji alîyê serokkomarê Ermenîstanêda hatîye qebûlkirinê. Piştî qisa berfireh, Vahagin Xaçatûryan û Ebdil Letîf Reşîd bona çapemenîyê bi elametîyava pêşda hatine. Serokê Îraqê usa jî rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê parlamêntê Alên Sîmonyan hatîye. Berî hatina li Yêrêvanê, serokê Îraqê çûbû Bekûyê.

Wextê hevdîtina tevî serokkomarê Ermenîstanê, serokê Îraqê derheqa qewînbûna pêwandîyên dualîda xeberdaye.Ewî usa jî derheqa ermenîyên li Îraqê daye dîyarkirinê û derheqa pêwandîyên dualîda xebrdaye.

Erebzan Armên Pêtrosyan gotîye, wekî Îraq welatê parlamêntîyêye û qulixa serokê Îraqê ya sîmvolîke. Bi gotina Pêtrosyan, ew welat niha nava halê êkonomîkîyî girandane û bona hevkarîyê rîya digere.

Erebzan dibêje, wekî mecala kirîn-frotanê û tûrîzmê hene û dikarin wana bidine aktîvkirinê.

Armên Pêtrosyan gotîye, wekî Îraq hêvîdare, wekî tevî Ermenîstanê û tevî temamîya herêmê wê hevkarîya qewîn hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button