SerekeSîyasî

Li Adirbêcanê ew rojnemevan girtine, yên ku nava dorana merivên  Elîyêvda pirsa ruşetxwetinê kirine

Desthilatdarîya Adirbêcanê rêdaksîyona  AbzasMedia  dane lênihêrandinê û du serokên rêdaksîyonê girtine.Vê çapemenîyê derheqa nevsên fermîda dinivîsî, nava wanda usa jî derheqa merivên serokê Adirbêcan, yên ku ruşetxwerinêva mijûl bûne.Derheqa wê yekêda ajansa BBC ê ragîhandîye.

Li ofîsa rojnamê gera tişta destpê kirine û polîsîyayê elam kirîye, wekî li wir 40 000 yûro dîtine.Ew usa jî ketine rêdaksîya AbzasMedia ê   û li wir jî tişt gerîyane.Rêdaktorê rojnamê jî şeva 21 ê mijdarê girtine.

Ev herdu merivên girtî bona perên veşartî gunehkar kirine. Rojnemevana ew guneh qebûl nekirine û dane dîyarkirinê,wekî bi fikira wan menîya girtina serokatîya rojnamê lêpirsînên wanva girêdayîye, yên ku derheqa ruşetxwerinêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button