H’emû nûçeSereke

Organîzeya navneteweyî, ya qedexekirina mînên li ser erdê boy kara Adirbêcanê dişuxule: ew melûmetî û raportên derew belav dike

Organîzeya navneteweyî, ya qedexekirina mînên li ser erdê, boy kara Adirbêcanê dişuxule, meremê kîjanê ewe ku dijî mînên li ser erdê şerkaîyê dike, salê raporta belav dike û navê wan welata dide kifşê, yên ku mîna çê dikin.Îsal raporta nû hatîye amadekirinê, ya ku ji alîyê nevsên azêrîyaye fermî û usa jî çapemenîya azêrîyada hatîye belavkirinê.

Gilî derheqa wê yekêdane,wekî raportêda navê Ermenîstanê kirine nava cêrga wan welata, yên ku mîna çê dikin. “Kirina navê Ermenîstanê nava wê navnîşê gotinên Adirbêcanê îzbat dike”,- alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv gotîye.

“Monîtorê Ermenîstan kirîye nava navnîşa wan welata, yên ku mîna çê dikin.Ev welat nakevine nava peymana qedexekirina mîna: Ermenîstan, Çînistan, Kûba, Hindistan, Îran, Mîanman, Korêya Bakûr, Pakîstan, Rûsîya”,- nava raportêda hatîye gotinê.

Xudanên raportê melûmetîyên wezîreta Adirbêcanêye parastinê raber dikin, li gorî kîjana ji sedî zêdetir mînên ku li Ermenîstanê çê kirine, hatine dîtinê.

Usa jî gelek înformasîyayên mayîn xudanên raportê ji wezîreta Adirbêcanêye parastinê hildane.

Bona çi ji organîze rola advokata Adirbêcanê hildaye ser xwe. Diqewime bona wê yekê, wekî ew koalîsîyona teşkîletên civakîye û em bêjin, wekî teşkîletên civakî jî hewcê fînansane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button