H’emû nûçeSereke
Rûsîya îdî învêstora li Ermenîstanê ya ewlin nîne: wezîrê êkonomîkayê
Li gorî melûmetîyên sala îsalin, învêstora here mezin cara ewlin bûye Yekîtîya Mîrtîyên Ereba û bi wê yekê ji Rûsîya pêş ketîye. Derheqa wê yekêda wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.
Bi gotina wezîr, nava yekîtîya Avrasîyayêye Êkongomîkî, bi hejmarên kara dewletê, Ermenîstanê ji Bêlarûsê derbaztirbe û pêşîya wê Rûsîya û Qazaxstan wê cîhê xwe bigrin.
“Li gorî melûmetîyên stendî, emê salê bi hejmara 8200 dolar, yê bona binelîkî dadin.Ev hejmar du cara ji ya sala 2020 î zêdetire”,- wezîr gotîye.