H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê û baylozên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê pirsên derheqa berfirehkirina hevkarîya bona ewlehkarîyê gotûbêj kirine
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan rastî baylozên welatên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê û serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê hatîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî alîya pirsên derheqa bûyarên van axirîyaye li herêmê gotûbêj kirine. Sêkrêtarê ewlehkarîyê pêvajoya normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya û mecalên wê raber kirine. Armên Grîgoryan usa jî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî bayloza kirîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa berfirehkirina hevkarîya nava goveka ewlehkarîyêda hatine gotûbêjkirinê.