H’emû nûçeSereke

Alîkarê serokê Rûsîyayê hêvîdare wekî Paşînyanê here Sankt Pêtêrbûrgê ku beşdarî civînên  Welatên Hevalbendîya Serbest û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe

Alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov hêvîdare wekî Paşînyanê here Sankt Pêtêrbûrgê ku beşdarî civînên  Welatên Hevalbendîya Serbest û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda TASS ê ragîhandîye.

“Ez difikirim, wekî wekîlên Ermenîstanê wê bêne Sankt Pêtêrbûrgê, li kîderê hevdîtina nefermî, ya serokên Welatên Hevalbendîya Serbest wê pêk bê û usa jî hevdîtina fermî, ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê hebe. Wextê vê hevdîtinê, serokatîya Yekîtîya Avrasîyayê derbazî ser Ermenîstanê dibe û ez difikirim, wekî Paşînyanê bê ku serokatîyê ji Vladîmîr Pûtîn qebûlke”,- Ûşakov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button