H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirina “Korîdora Zangêzûrê” wê li ser sînorê Îranê tehsîra Tirkîyayê bide berfirehkirinê: Modern Diplomacy

Eşaretîyên derheqa berfirehbûna dew û doza Gazayê gelekî zêdekirîne.Derheqa wê yekêda Modern Diplomacy ê nivîsîye.Bêdengîya Erebistana Saûdîyê û Tirkîyayê tiştekî ecêbe. Misir jî gihîştîye wê dengdayînê.Nenihêrî wê yekê wekî van welata bi fermî alî felestînîya kirine ew niha ji kirinên konkrêt dûr mane. Pirsgirêkên Îranê nava goveka ewlehkarîyêda li ser sînorê wêye bakûr hene û ew nikare tevî Ştatên Yekbkûyî, yan jî Îsrayêlê bikeve nava dew û dozê.
Îran rûyê tevlîhevbûna li Qafqasîyayê rastî pirsgirêka hatîye. Adirbêcan bi piştgirîya Tirkîyayê Ermenîstanê nîvî dike, pêrspêktîva fikirên sêpartîstîye li Îranê Têhranê nerihet dikin.
Li bakûrê Îranê hetanî 23 mîlyon azêrî dijîn. 19 ê îlona sala îsalin Adirbêcanê êrîş bire ser Qerebaxê û ji sed hezarî zêdetir ermenî revîne Ermenîstanê. Niha Adirbêcan pirsa korîdora Zangêzûrê gotûbêj dike. Serokê Adirbêcanê elam kirîye, wekî vekirina korîdorê pirsa Adirbêcanêye serekeye.
Heger Adirbêcan korîdora Zagêzûrê dagir bike, mecalê çêbe ku tehsîra Tirkîyayêye li ser sînorê Îranêyî bakûr berfirehbe. Li bakûrê Îranê azêrî dijîn, yên ku dicêribînin ji Îranê cudabin. Heger Adirbêcan korîdora Zangêzûrê dagir bike, ewê sînorên xweye tevî Îranê bide berfirehkirinê.Ssênara wî cûreyî wê Tirkîyayê werguhêzî hêgêmonîya Asîya Rojavayê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button