H’emû nûçeSereke

Nava vê êtapêda derxistina baza rûsîye leşkerî ji Ermenîstanê, yan jî pirsa derketina ji Organîzeya Peymana Kolêktîv tune: cîgirê wezîrê karên der

Nava vê êtapêda derxistina baza rûsîye leşkerî ji Ermenîstanê, yan jî pirsa derketina ji Organîzeya Peymana Kolêktîv rojeva Ermenîstanêda tune. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan gotinên parlamêntvanê rûs Zatûlîn şirove kirîye, yê ku gotibû, wekî pêşerojêda pirsa derxistina baza rûsîye li Gumirîyê, usa jî derheqa ji Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê bê danînê.
“Pêwandîyên xebatêne, hinek hevraqayîlnebûn dora pirsa hene, xebat jî berdewam dibin bona ku bersiva wan pirsa bidin”,- cîgirê wezîr gotîye.
Safaryan usa jî daye dîyarkirinê, wekî birîyara derheqa beşdarnebûna cêrge teşkîldarîyên organîzeyê, Ermenîstan bi armancê mîyaser dike.
Çi ku derheqa wan elametîyên Rûsîyayêdane, wekî Ermenîstan vêktora xweye sîyasî diguhêre, cîgirê wezîrê karên der gotîye: “Ew nêzîkbûnên wanin, girêdayî wê yekêra me derheqa nêzîkbûnên xweda gotîye”.
Em bîr bînin, wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê axaftina bi têlefonê, ya tevî serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko gotibû, wekî nikare 23 ê mijdarê beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîyê bibe.
Paşê Paşînyan li parlamêntê elam kir wekî organîzeyê borcdarîyên xwe neqedandine. Bi gotina wî, ew yek femdarî nîne ku bona çi hercar diçin û wan tişta diwekilînin û bersivê jî nastînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button