H’emû nûçeSereke
Pêşeroja nêzîkda hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adrbêcanêye karên der têra nehatîye dîtinê

Pêşeroja nêzîkda hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adrbêcanêye karên der têra nehatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan li parlamêntê, wextê qisa tevî rojnamevana, gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo hevdîtina Mîrzoyan-Bayramov pêşeroja nêzîkda têra hatîye dîtinê, yan na, ewî gotîye: «Înformasîya wî cûreyî hê tune».
Cîgirê wezîrê karên der hevdîtina bi sirê, ya komîsîya bona dîyarkirina sînora, çawa ji alîyê Ermenîstanêda gaveke çêkirinê hesab dike.
Em bîr bînin, wekî li gorî pevketina pêşda, 30-ê mijdarê wê li ser sînorê dewletê civîna komîsîya dîyarkirina sînora pêk bê.







