H’emû nûçeSerekesereke

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv wê piştî civîna li Mînskê li Yêrêvanê biqeside

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov wê piştî civîna li Mînskê,  ya serokên welatên orgenîzeyê, li Yêrêvanê biqeside.

Li gorî ragîhandina Armênpress-ê, derheqa wê yekêda, berî destpêbûna civînê, wezîrê Bêlarûsêyî karên der Sêrgêy Alêynîk elam kirîye.

“Em pevketine ku piştî civînê sêkrêtarê sereke wê here Yêrêvanê û nava çarçoveya amadekirina hemû biryarada emê wan dokûmênta teslîmî hevkarên xweye li Ermenîstanê bikin. Em hêvîdarin ku ewê bigihîjne wan”,-wezîrê Bêlarûsêyî karên der gotîye.

Alêynîk gоtîye, wekî ew yek pirsa organîzeyêye, ku tifaqa hemû welatên endam xweyîkin. Ewî serda zêde kirîye, wekî bawer bikî hemû welatên orgenîzeyê dora wan dokûmênta gihîştine qayîlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button