H’emû nûçeSereke

Emê ji tabîya berjewandîyên Ermenîstanê pêşda bên: Paşînyan derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv

Dîyarkirinên desthilatdarîya Ermenîstanê didine kifşê, wekî kirinên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêkktîv, yan jî bêkarîya wê ne anegorî borcdarîyên organîzeyêbe, yên hindava Komara Ermenîstanê.

Li gorî ragîhandina “Armênprss” ê derheqa wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê weşana zindî bersiva pirsa welatîkî  daye ku bona çi nayê birîyarkirinê, ku ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkevin.

Bi gotina wî, xwestina sîyasî heye û  heger pêwîstbe wê bê birîyarkirinê, ya ku wê li gorî berjewandîyên Ermenîstanêbe.

“Bona çi em wê birîyarê qebûl nakin? Emê li gorî berjewandîyên Ermenîstanê dîna xwe bidine wê yekê.

Dîyarkirinên me didine kifşê, wekî kirinên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yan jî bêkarîya wê ne anegorî borcdarîyên organîzeyêne, yên hindava Komara Ermenîstanê. Dêmek, bi vê fikirê kirinên organîzeyê ne gorî berjewandîyên Ermenîstanêne.Em vê pirsê bi cûrê zelal bilind dikin”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, alîyê ermenî dixweze hetanî  mecala dawî hemû tiştî bike ku tam organîzeyê fem bike û tabîya xwe jî bona organîzeyê bide femkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button