
Kardînal Lûî Sako, rêberê dêra Keldanî, yê li Îraqê û cîhanê bona parastina mesîhîya razalixî elamî serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Mesûd Barzanî kirîye.
Wextê prêss-konfêransa li Hewlêrê, Lûî Sako bona rola Mesûd Barzanî, ya nava parastina mesîhîya, cîhwarkirina wan, yên ku rûyê êrîşa DAÎŞ ê da hatine Kurdistpanê, spasî elam kirîye.
Ewî xeberên serok Barzanî bîr anîye: “Em yekin, bi hevra dijîn û bi hevra dimirin”.
Li gorî ragîhandina Kurdistan 24 ê, rêberê ruhanî usa jî razalixî elamî wezîreta kar û barên ayîna dîn kirîye û pêşnîyar kirîye ku Bexda gerekê ji înîsîyatîva hukumata Herêma Kurdistanê ruhdarbe.







