H’emû nûçeSereke
Li sûka Rûsyayê Ermenîstan li pêşîya Îspanyayê ket, nav pênc karên sereke yên deranîna wîskîda

Ermenîstan îsal li lîsteya welatên ku wîskîyê dertînin bi bahê 5,6 mîlyon dolarî, li pêş Îspanîyayê ketîye û cîhê 5 emîndane.Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê, ku daneyên îstatîstîkî yên mehên çile-îlona sala îsalin û ya par lêkolîn kir, nivîsîye.
Nava neh mehên sala 2023 da, bahê 262,5 mîlyon dolar wîskî birine Rûsîyayê, kîjan çar cara ji mehên çile-îlona sala borî zêdetire. Latvîyayê, komara Baltîkê bi bihayê 190,6 mîlyon dolar berhemên xwe teslîm kir. Her wiha, li gorî sala borî, birin ji şeş cara zêdetir bûye.







