H’emû nûçeSereke
31 gundên me hene ku herêmên wan bi temamî yan jî qisimî bin dagirkerîya wandane: serokê parlamêntê

Ez bawerim heger mecal hebe ew dixwazin ku Ermenîstan tunebe.Wextê axaftina xweye tevî rojnamevana, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan got.
“Tu kes nikare bêje ku tiştekî usa tune”,- ewî got.
Bi gotina Alên Sîmonyan dîyare ku Ermenîstanê ji xwera xeteke sor kişandîye, wek mînak 29 800 kîlomêtrê çargoşe, ku tu beşek ji axa Ermenîstanê ya serdest nikare li dereveyî Ermenîstanêbe.
“Azêrî behsa 4 gunda dikin, lê 31 gundên me hene, ku herêmên wan bi temamî yan jî qisimî bin dagirkerîya wandane. Emê jî niha behsa wan 31 gunda bikin”,-ewî got.







