H’emû nûçeSereke

“Korîdora Zengîzûrê” ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye xeyalkirin, nabe: peşezana mijarên ewlehîyê gotûbêj kirin

Bi rastîyê, Îran bûye balanskira li Qafqasîya Başûr û bûye hêza rêgir ku bi awayekî rê li ber êmbargoyên berfirehkirina Adirbêcanê bigire. Encameke wiha ji alîyê zanyarên Îranî, “Qafqasîya Başûr: di çarçoveya konfêransa navneteweyî ya bi sernavê “kêşeyên nûjen yên îstiqrar û ewlehiyê” de. Di axaftina bi rojnemevanan re her wiha tê gotin ku ji ber bandora Îranê ya bi navê “Korîdora Zengîzûrê” giranîya Adirbêcan-Tirkîyayê hatîye guhertin. Lema hevkarîya bi Îranê re ji alîyê çareserkirina pirsgirêkên ewlehîyê ve gelekî girîng e.

Şirovekarê Îranî û damezrîner Pûya Husêynî got, niha hevsengîya hêzê li herêmê di berjewendîya Adirbêcanê û Tirkîyayêda şikestîye û heta ku ev hevsengîya hêzê neyê vegerandin, aştîyek bi îstîqrar û dadperwer li başûrê Qafqasyayê nayê xeyalkirin. Zanyarê sîyasî yê îranî dibêje, hin welat hewl didin di warê ewlehîyê de piştgirîya Ermenistanê bikin û yek ji wan jî Îran e.

 “Eşkere ye ku berjewendîyên Îranê û Ermenîstanê li hev dikin û kêşeyên ewlehîyê bi hevrane, lewra divê em karibin bi hevkarîkirina van pirsgirêkan çareser bikin da ku aramîya navçê ji bo demeke dirêj berdewam bike”.

Li gorî pêşezanên îranî, îro em di pratîkê de dibînin ku Îran dikare pêşî li kiryarên hîn mezintir yên Adirbêcanê bigire. Îranzan Gohar Îskandaryan diyar dike ku cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der jî li ser vê yekê axivî û diyar kir ku di sala 2022  a Adirbêcanê plana çalakîyên berfireh kiribû, lê bi saya daxuyanîyên Îranê û destpêkirina tetbîqatên leşkerî îmkan bû ku pêşîya vê yekê bigire.

Yanî em dibînin ku helbet daxuyanîyên Yektîya Avropayê û Amêrîkayê jî hene, lê wek ku dibêjin ev Komara Îslamî ya Îranê ye ku karibûye mêxanîzmên bergirîyê bi kar bîne û bi awayekî rê li ber kiryarên berfirehkirina Adirbêcanê bigire”.

Îranê çend caran di asta herî bilind de ragihandîye ku sînorê Ermenîstan û Îranê ji bo Îranê “xeta sor” e û ev sînorê dîrokî nayê guhertin. Eva ku rêberê ruhanî yê Îranê bi şirovekirineke vekirî bi amadebûna herdu serokkomarê Tirkîyê Êrdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn ev yek ragihand, ji niha ve behsa rola hevsengî û aramkirina Îranê li vê navçeyê dike.

“Ev jî dibe sedem ku her pirsek li ser navê “Korîdora Zengîzûrê” rastî berxwedaneke pir hişk ya Îranê tê. Ew amaje bi wê yekê dikin ku “Korîdora Zengîzûrê” wê ne weke ku Adirbêcan xeyal dike be”.

Di vê salê da Êrdogan bi xwe jî ragihandibû ku li himberî “Korîdora Zengîzûrê” ya herî berxwedêr Îran e û divê di vî warî de xebatên xwe bimeşînin. Şirovekarê Îranî Pûya Husêynî piştrast dike ku Îran dê heta dawîyê “xeta xwe ya sor” biparêze, ku ji bo Îranê pir girîng e û di berjewendîya Ermenistanê de ye. Li gorî wî gavên Ermenîstanê yên ji bo dabînkirina ewlehîyê ji bo Îranê jî tê fêmkirin. Ji vî alî ve, wî amaje bi aktîvkirina Yektîya  Avropayê li herêmê kir, bi taybetî jî mijara berfirehkirina mîsyona çavdêrîya sivîl ya Yektîya Avropayê heta sînorên Ermenîstanê.

 “Heger ji alîyê tu alîyekî ve ewlekarî bê parastin tu pirsgirêkeke Îranê tune. Pirsgirêka yekem ji bo Îranê ewlekarîya herêmê ye, lê Îran hewl dide pêşî bi hêza xwe wê pirsê vegerîne”.

Sîyasîzan Mênûa Soxomonyan di wê bawerîyê de ye ku hewldana Ermenîstanê ya ji bo derxistina pêkhateyeke ewlekarîya leşkerî ji Rojava dê bandorek neyînî li herêmê bike û dê nekeve çareserîya pirsgirêkên ewlehîyê.

“Ew ê bi tu awayî alîkarîyê neke, ji ber ku li ser tu zemînê tu sozên maddî nînin, di warê rû bi rûbûna kêşeyên ewlekarî yên Ermenîstanê de ji pêkhateyên rojavayî tu sozên madî nînin

Li gorî Karên Xanlaryan, vekolerê îranî-ermenî, hebûna şandeya çavdêrîya Yekîtîya  Avropayê li Ermenîstanê bi hejmarên îroyîn, ji bo Îranê tê fêmkirin û Îran bi têgihiştinê nêzîkê vê pirsê dibe, ji ber ku tu giringîya wê ya leşkerî û stratêjîk li navçeyê nîne. Derbarê helwesta ku çend car ji alîyê Îranê ve derbarê hebûna “hêzên bîyanî” yan “hêzên derveyî-herêmî” de hatîye eşkerekirin, li gor şirovekarê îranî-ermenî, armancên wê ji Ermenistanê mezintir in.

 “Armancên wê yên mezintir hene, mebesta min mijara berfirehkirina NATO yê, mijara hebûna Îsraîlêye. Ev hemû ne, helbet Ermenîstan ne muxatab e. Bi taybetî di dema hebûna Îsraîlê de muxatabê wê yê sereke Adirbêcane û di dema NATO yê de jî Tirkîyaye”.

Pêşezan “3+3” wek formateke guncaw ji bo lidarxistina gotûbêjan dihesibînin, ku yek ji wan amûrane ku koma Mînskê ji ber sedemên dîyar niha nikaribe li ser heman maseyê kom bibe. Di heman demê de, pêşezan di wê baweriyê de ne ku “3+3” nikare û nabe ku bibe platformek ji bo çareserkirina nakokiyan yan gotûbêjkirina peymana aştîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button