H’emû nûçeSereke

Serokatîya Adirbêcanê ji bo daxwazên nû êrîşa leşkerî li dijî Ermenistanê çê dike: Tatoyan

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrivî berê Arman Tatoyan derbarê pêkanîna mêxanîzmeke mezine nû ya ji alîyê  serokatîyên Adirbêcanê raber dike.

 “Serokatîya Adirbêcanê bi asteke nû ya sextekarî, bingehên sûnî ji bo daxwazên nû û kiryarên sûcên leşkerî yên li dijî Ermenîstanê çêdike. Nimûneyên derewîn yên gund û bajarên Ermenîstanê yên dîyar dest pê kirine.

Lêkolînên me yên li ser sîyaseta dewleta Adirbêcanê rastîyên nû derketin holê. Bi taybetî, wan berê xwe da ser çêkerên berfireh. Bi mesela gund û bajarên Ermenîstanê (wek mînak li Syûnîkê û Gêxarkûnîkê) bi derewan “maf dikin” ku “di encama qetlîamên ku ermenîyan li dijî azêrîya kirine, hatin valakirin, ji cîh û warên xwe hatin derxistin”. Dem bi gelemperî destpêka sedsala 20 î heya sala  1920 î vedihewîne, û  paşê ew rastîyên salên 1980-an sexte dikin.

Ev sîyaseta domdar e ku li seranserê Adirbêcanê û li derveyî welêt ji hêla dewletê û mêdyayên din yên hukumetê ve, propagandayeke mezin tê meşandin. Bi vê yekê berî her tiştî ne tenê nahêlin kîn û dijminatîya ermenîyan ya di nav civakê de bimire, di heman demê de kûrtir bike.

Yanî di nihêrîna pêşîn de mijarên însanî tên rojevê, lê di eslê xwe de planên sîyasî û zemînên êrişa leşkerî di bin navê “mirovahî” de tên amadekirin û daxwazên nû yên erdî raberî Ermenîstanê tên kirin. Ev sîyaseta hanê bingehê hovîtîya ku hêzên çekdar yên Adirbêcanê li dijî leşker û gelê ermenî pêk anîne.

Ev yek zemînên derewîn ji bo “tazmînat û îdîayên erdî” li dijî Ermenîstanê, ku jê re “Adirbêcana Rojavayî” tê gotin, mîna ku ew vegere, û hem jî neynika paqijkirina etnîkî û bi destê zorê ji cîh û warkirina xelkê li Qerebaxê peyda dike”,- Arman Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button