H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan wê beşdarî civîna wezîrên karên der ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê bibe

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi serdana xebatê li paytexta Makêdonya Bakûr Skopyêye, li kîderê wê beşdarî civîna wezîrên karên der ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye 30 emîn bibe. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê mîkrobloga xweye X ê da elam kirîye.
“Wextê seredanê hevdîtinên dualî jî têra tên dîtinê”,- ewê nivîsîye.







