H’emû nûçeSereke
Civîna Hevalbendîya Welatên Serbest ji bo Paşînyan û Pûtîn wê bibe mecaleke mezin bona têkilîyê :Pêskov

Sêkrêtarê çapemenîyê, yê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov elam kirîye, wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hîvîya civîna nefermî ya serokên Hevalbendîya Welatên Serbeste, ya ku wê dawîya meha kanûnê li Sankt Pêtêrbûrgê pêk bê.
“Armênprêss” derheqa vê yekêda ji ajansa RT pê dihese.
Berdevkê serokê Rûsîyayê usa jî elam kirîye ku nava planên Vladîmîr Pûtînda vê gavê peywendîya telêfonê ya bi Nîkol Paşînyanra têra nehatine dîtinê.
“Heger birêz Paşînyan bê wir, lê ew hîvîya wîne, wek her kesî, wê derfetek baş ji bo axaftinê hebe”,- ewî gotîye.







