Peymana hevkarîya parastinê ya di navbera ermenîya-brîtanyaye salên 2023-2024 a hate îmzekirin: bernameyê

28 ê mijdarê li Londonê şêwirên ermenîya-brîtanîyaye parastinê, yên stratêjîke 6 emîn pêk hatin. Serkarî şanda Ermenîstanê kirîye serokê beşa sîyaseta parastinê û hevkarîya navneteweyî, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê Lêvon Ayvazyan. Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê agahdar dikin.
Şêwirdarîyêda baylozê Komara Ermenîstanêyî li Brîtanîya Mezin û Îrlandîya Bakûr Varûjan Nêrsîsyan jî amade bûye.
Pirsên girêdayî ewlekarîya herêmî û navneteweyî û hevkarîyên dualî hatine gotûbêjkirin.
Lêvon Ayvazyan rewşa ewlekarîya dora Ermenîstanê û gavên ku alîyê ermenî ji bo aştî û aramîya herêmê avîtine, usa jî projeya “Xaçerêya aştîyê” raberî hevkarên xwe yên brîtanî kirin.Pêşkeftinên mezin yên ku nava hêzên çekdarên Ermentstanêda têne kirin, hatine raberkirin.
Alîya bi berfirehî li ser rê û pêrspêktîvên pêşdaçûyîna hevkarîyên leşkerî yên dualî gotûbêj kirin.Herdu alîya potênsîyala girîng ya hevkarîyê li çend warên nûda kirin.
Nava encamê şêwirdarîyêda, serokê beşa sîyaseta parastinê û hevkarîya navneteweyî, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê Lêvon Ayvazyan û serokê sîyaseta Rûsyayê, Avropa Rojhilatê û Asyaya Navîn ya wezîreta parastinê ya Brîtanîya Mezin Dêyvîd Morgan bernameyên peymana hevkarîya ermenîa-brîtanya di warê parastinê ya salên 2023-2024 a îmze kirin.
Pevketin hate destanînê ku şêwirdarîyên stratêjîk yên parastinêye 7 emîn li Yêrêvanê bidine derbazkirin.







