H’emû nûçeSereke

Nasîm Talêb sê rîskên sereke li ber çevê xwe dibîne: êpîdêmîya, krîzeya fînansî û deynê ku zêde dibe

Li cîhanê ez çend qezîyayên potênsîyal dibînim û ya ewlin belavbûna nexweşîyêye. Derheqa wê yekêda, wextê civîna li Yêrêvanê, fîlosof, nivîskar û ulmdar Nasîm Talêb gotîye.

“Berî koronavîrûsê min derheqa wê yekêda nivîsîbû.Ya duem xiravbûna sîstêma fînansîye, ya ku li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîdane, ya ku sala 2008 a qewimîye û wê yekê gelekî xirab hukumî ser meriva kir.

Niha li Amêrîkayê rîska here mezin krîzeya li sûka avaîyaye, ya sêem jî ewe, wekî deynên bona welatên Rojavayê zêde dibin.

Heger wera bêjin, wekî rîska hîmlî Çînistanêva girêdayîye, yan jî Ûkraînayê û Gazayêva, ew yek rast nîne. Rîska here mezin nava wan tiştadane, kîjan min dane dîyakirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button