H’emû nûçeSereke

Pêşezan pêwîst hesab dike ku lêkolînkirina cuda bona qewilên xweykirina dîlên li Adirbêcanê mîyaserkin

Pêşezana mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyan pêwîst hesab dike ku lêkolînkirina cuda bona qewilên xweykirina dîlên li Adirbêcanê mîyaserkin, bi taybetî alîyê zêrandina bi pisîxolocî.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ewê li “Merkeza mêdîya” ê gotîye.

“Ev hemû tişt ji lêkolînê derin.Ez bêjim, wekî dîlên ermenî nava temamîya vî wedeyîda nikaribûne rastî mêxanîzmên serbest, yên îzinnedayîna zêrandina bên.Hevdîtin ji alîyê komîtêya xaçê Sorda hebûne, lê gelek cara ew yên derengîketî bûne.Vê carê piştî du-sê hevtîya karibûne li cem nevsên fermîye girtî biqesidin û ew yek ji alîyê mafên mêrivda derengî ketîye. Bi meremê pêşîgirtina zêrandina, gerekê hevdîtina tevî mêxanîzmên serbest bê çareserkirinê”,- ewê gotîye.

Sahakyanê gotîye wekî dîlên leşkerî û sîvîl, yên ku pêşda vegerîyane derheqa zêrandinada gilî kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button