H’emû nûçeSereke

Tu ermenîkî ku li Adirbêcanê tê xweykirinê nikare ji pêvajoyên mehkemêye neqanûnî dûr bimîne:Sîranûş  Sahakyan

Pêşezana mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye, wekî  tu ermenîkî ku li Adirbêcanê tê xweykirinê nikare ji pêvajoyên mehkemêye neqanûnî dûr bimîne.

“Ev pêvajoyên hiqûqî parastinê didine rêjîma elîyêvîya. Mafê hûmanîtarî pêşda dibêje, wekî piştî dew û dozê ew meriv gerekê lez aza bêne berdanê.Ji alîkî mayînva jî mafê navneteweyî heye, wekî ew yek jî xirabkarîye ku dîlên li wir nayêne azaberdanê û heger Adirbêcan bi îşên çêkirî nikaribe wana xweyke, wî çaxî gunehkarkirinên xirabkarîyên nava şêrda mezin dibin”,- Sahakyanê daye zelalkirinê û serda zêde kirîye, wekî armanca Adirbêcanê ewe wan dîla li cem xwe xweyke û bi wê yekê li ser desthilatdarîya Ermenîstanê tehsîrke.

Sahakyanê çawa mesele, derheqa binelîyê Qerebaxê Reşîd Bêglaryanda gotîye û daye dîyarkirinê, wekî  hema ew yek jî şedetîya îşê çêkirî  dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button