H’emû nûçeSereke

Adirbêcan program dike ku hemû rêçên heyîna ermenîya li Qerebaxê bide tunekirinê: raportkirê Organîzeya Netewên Yekbûyî

Baylozxana  Ermenîstanêye li Swîsrê elametîya raportkirê Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya derheqa Qerebaxêda raber kirîye.

Raportkirê mexsûs nava elametîya xweda xemgînî elam kirîye girêdayî wê yekêra, wekî li Qerebaxê nimûnên çand û kûltûra ermenî tên tunekirinê û hindava ermenîyada jî rasîzm tê kifşê.

“Ez bi taybetî bona wê yekê xemgînim, wekî êrîşa dibin ser meriva, heykela û nimûnên çandî, dîrok tê feşkirinê, navên cîha tên guhartinê û ev hemû tişt dikare werguhêzî paqijkirinên çandî bibe”,- raportkirê Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button