H’emû nûçeSereke
Hevdîtina serokên hukumatên Welatên Hevalbendîya Serbest wê 18 ê kanûnê li Moskvayê pêk bê

Bi înîsîyatîva Rûsîyayê hevdîtina serokên hukumatên Welatên Hevalbendîya Serbest wê 18 ê kanûnê li Moskvayê pêk bê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê organîzeyêyî sereke, Sêrgêy Lêbêdyêv elamî TASS ê kirîye.
“Hevdîtina serokên hukumatên Welatên Hevalbendîya Serbest wê ji sirê der, bi înîsîyatîva Rûsîyayê pêk bê.Têra tê dîtinê, wekî ewê 18 ê kanûnê li Moskvayê pêk bê, bi înîsîyatîva serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn”,-Sêrgêy Lêbêdyêv gotîye.







