H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan li Skopyê projeya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye:tomerîkirin

Wezîreta karên der beşdarbûna wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, ya li bajarê Makêdonîyayêyî Skopyê, daye tomerîkirinê.

“Mîrzoyanê wezîr wextê hemcivînê bi axaftin pêşda hatîye û derheqa wan pirsada xeberdaye, kîjan rastî Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê û welatên ku nava axa cabdarîya wêdanin, tên nava wanda usa jî li Qafqasîya Başûr. Bi gotina wî, her teribandineke mafên mêriv li temamîya dinîyayê gerekê bêne gunehkarkirinê û gerekê neyê qebûklkirinê.

Mîrzoyanê wezîr rastî ji 20 î zêdetir wekîlên organîzeyên navneteweyî û wezîrên  karên der, yên welatên cuda-cuda hatîye.

Hevdîtina cîgirê wezîrê karên der jî tevî hevkarê ji Kanadayê pêk hatîye.

Wexê hemû hevdîtina, pirsên girêdayî Ermenîstanê, Qerebaxê, usa jî encamên paqijkirinên êtnîkîva girêdayî hatine raberkirinê. Xêncî wê yekê usa jî cedandinên Ermenîstanêye bona îzbatbûna qewînbûna li Qafqasîya Başûr, prînsîpên normalkirina pêwandîyên tevî Adbirbêcanê, projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hatine raberkirinê”,- nava elametîya wezîreta Ermenstanêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button