Piştî cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê nava qewînbûna halda jî cîleqandin pêşda hatîye:Maragos
Mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê ewe ku dîna xwe bidine halê sînorê ermenîya-azêrîya û derheqa wê yekêda elamî Bryûsêlê bikin û bi wî cûreyî alî ewlehkarîya meriva bikin, bi wî cûreyî aminayê di navbera desthilatdarîyên herdu welatada sazkin. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê, serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, Vasîlîs Maragos gotîye.
“Hemû mîsîyayên sîvîl, yên Yekîtîya Avropayê derheqa dîtindarîya xweda raporta raberî Yekîtîya Avropayê û welatên endam dikin. Piştî cîhwarkirina mîsîyayê, cîleqandin heye û mîsîya jî borcdarîyên xwe bi mandata xwe mîyaser dike.
Çi ku derheqa berfirehkirina mîsîyayêdane, çawa ku Borêlê wekîl gotibû, em dixebitin diha gelek dîtindara cîhwarkin.Ez rastî dîtindara têm û bi guhdarî dîna xwe didime şuxulkarîya wan”,- ewî gotîye.