H’emû nûçeSereke
Stansîya Ermenîstanêye atomî bona goveka welête ênêrgêtîkî gelekî girînge:serokkomarê Ermenîstanê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li Dûbayê, nava çarçoveya hemcivîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya girêdayî guhartina klîmyayêva, beşdarî gotûbêjkirina bi sernavê “O ênêrgîya atomî” bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî serokkormarê Ermenîstanê derheqa stansîya Ermenîstanêye atomîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî rola stansîyayê bona goveka Ermenîstanêye ênêrgêtîkî gelekî girînge.
“Stansîya atomî ji 25 a hetanî 30 selefê ênêrgîya Ermenîstanêye êlêktrîkî çareser dike”,-Vahagin Xaçatûryan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî wedê xebata stansîyayê hetanî sala 2026 a hatîye dirêjkirinê û têra tê dîtinê dîsa bi 10 sala xebata wê dirêjkin.







