H’emû nûçeSereke

Desta dokûmênta bona pêşxistina sîstêmên Ermenîstanêye cuda-cuda tê amadekirinê: baylozê Fransîyayê

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma, Ginêl Sanosyan dêlêgasîya bi serkarîya seroka ofîsa ajansa Fransîyayê, ya pêşkeftina li Qafqasîya Başûr, Fannî Dêlpê qebûl kirîye.

Ji wezîretê ragîhandine, wekî  nava teşkîla dêlêgasîyayêda bûye usa jî baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîyê Dkotînî.

Wezîr mêvan silav kirine û hevkarîya tevî ajansa fransî bilind qîmet kirîye.

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîyê Dkotînî gotîye, wekî pêşerojêda têra tê dîtinê ku hevkarîyê bidine berfirehkirinê.Bi gotina wî, niha dokûmênt tê amadekirinê û ajansa fransî jî wê beşdarî wêbe.Alîyên hevkarîyêye nû hatine dîyarkirinê û cêrge pirsên dualî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button