H’emû nûçeSereke

Fransîya dîploma fakûltêta yûnîvêrsîtêya arxîtêktorîyê çawa ya xweye dewletê nas kirîye

Wezîreta Fransîyayêye kûltûrayê dîploma fakûltêya arxîtêktorîyê, ya ûnîvêrsîtêya Ermenîstanêye arxîtêktorîyê û avayîçêkirinê wek dîploma xweye dewletê nas kirîye.Derheqa wê yekêda sêkrêtara prêssayê, ya yûnîvêrsîtêyê Jasmên Vîlyanê gotîye “Armênprêss” ê û serda zêde kirîye, wekî ewê ji sala 2023 a da hetanî sala 2027 a bê naskirinê.

Naskirina dîploma hê ji sala 1994 a da destpê bûye, ya ku destpêkêda du sala carekê dihate kirinê, lê paşê ew kirine pênc sala carekê.

Prorêktorê yûnîvêrsîtêyê Vardgês Yêdoyan gotîye, wekî dokûmêntêda zelal hatîye dîyarkirinê, wekî dîplomên yûnîvêrsîtêyê li gorî mafên dîplomên Fransîyayêye dewletê dişuxulin. Ew meriv dikarin lîsênzîyayê bistînin û xebata xwe mîyaserkin.Bi gotina wî, bi saya vê yekê xwendikarên ji welatên mayînê jî wê li Yêrêvanê bixwînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button