H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bang kirine ku bona ewlehkarîyê 10 mîlyon dolar çawa piştgirî bidine Ermenîstanê

60 endamên kongrêsê bangî serokatîyê kirine, ku piştgirîya ewlehkarîyê bidine Ermenîstanê û binelîyên Qerebaxêye ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê.Derheqa wê yekêda nava nama sênator Alêks Padîla û endama palata Wekîla Anna Êşûyê hatîye dîyarkirinê.

Endamên herdu palatên kongrêsê bang dikin ku piştgirîya 10 mîlyon dolarî bidine goveka Ermenîstanêye parastinê û usa jî piştgirîya başqe bidin bona 120 000 ermenîyên Qerebaxêye bi destê zorê derxistî.

“Niha, dema ku dîktatorê Adirbêcanê Îlham Elîyêv herêm daye werguhastinê û qewata leşkerî dide xebatê, em xemgînin wekî  diqewime ew dîsa wî cûreyî bike.Em xemgînin, wekî Adirbêcanê agrêsîyayê berdewam bike û axa Ermenîstana serbixwe dagir bike”,-nava namêda hatîye gotinê.

Kongrêsmên usa jî didine dîyarkirinê, wekî Ermenîstan niha ketîye nava wî halî, çimkî ew ji tifaqdara xwe Rûsîyayê, ya garantîya ewlehkarîyê û pêwandîyên diha six tevî Rojavayê digere.Bi gotina kongrêsmêna, li Qafqasîyayê rêberîya amêrîkî pêwîste ku agrêsîya Adirbêcanêye bi sirê bidine sekinandinê û îzinê bidine ermenîya, ku ew dêmokrasîya xwe biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button